Roja 13'emîn: Îranê hedef berfireh kir, li gorî Trump 'têkçûn nêz e'

Di roja 13'emîn a şer de Îranê hedef berfireh kir û bi Hîzbûllahê re êrişên hevpar kir. Serokê DYE'yê Donald Trump jî îdîa kir ku têkçûna Îranê nêzîk e. Di hedefa êrişan de Kendav heye. Bandora şer a li ser bazara navneteweyî dewam dike.

Şerê li Rojhilata Navîn kete roja 13'an. Îranê keştiyên nêzî Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hedefên wan ên aboriyê weke "hedefa rewa" ragihand. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî anî ziman ku êrişên li ser Îranê wê "bê sînor" dewam bikin. Bandora şer a li ser Kendavê, Lubnan û bazara enerjiyê rageşiya li tevahiya herêmê zêde dike.

Rêveberiya Îranê diyar kir ku wê hemû keştiyên bazirganiyê, banka û navendên aboriyê yên girêdayî DYE û Îsraîlê weke "hedefa rewa" bibîne. Piştî daxuyaniyê bi taybetî li Kendavê fikarên li ser ewlekariyê zêde bûn.

Li navenda fînansê ya Dûbaî hin banka û şîrketên mezin bi hinceta ewlekariyê ofîsên xwe vala kirin. Hate ragihandin ku tevahiya rojê li derdora Tengava Hurmuzê li hemberî gelek keştiyan êriş hatin kirin.

JI ÎRAN Û HÎZBÛLLAHÊ ÊRIŞA HEVPAR

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz anî ziman ku operasyona leşkerî ya ji 28'ê Sibatê û vir ve li gel DYE'yê li hemberî Îranê dimeşîn bêyî "sînorekî demê hebe" wê dewam bike.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî diyar kir ku li gel Hîzbûllahê êrişeke hevpar pêk anîne. Li gorî medya Îranê di çarçoveya operasyonê de di nava pênc saetan de bi fuze û droneyan li zêdeyî 50 hedefan xistiye.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li hemberî vê yekê êrişeke berfireh a hewayî biriye ser Tehranê.

TRUMP: TÊKÇÛNA ÎRANÊ NÊZÎK E

Serokê DYE'yê Donald Trump îdîa kir ku di şer de "têkçûna Îranê nêzîk e." Trump anî ziman ku ew xwedî wê kapasîteyê ne ku li Tehranê û herêmên din bixe û êrişeke bi vî rengî wê jinûve avakirina Îranê nepêkan bike.

ÎRAN: EM JI ŞEREKÎ DEMDIRÊJ RE AMADE NE

Ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê Alî Fadavi jî li hemberî vê yekê ragihand ku Îran ji bo şerekî demdirêj amade ye û îdîa kir ku ew dikare bandorê li aboriya DYE'yê û aboriya navneteweyî bikin.

LI HEWLÊRÊ ÊRIŞA LI SER BAREGEHA LEŞKERÎ YA ÎTALÎ

Hate ragihandin ku li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê li hemberî baregeheke leşkerî ay Îtalî êrişek hatiye kirin. Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani êriş şermezar kir û anî ziman ku ji ber bûyerê birîndar hene.

LI KENDAVÊ ÊRIŞ Û ALARMA EWLEKARIYÊ

Rageşiya li herêmê li welatên Kendavê jî belav bû.

Li peravên başûr ê Iraqê di êrişa li ser du tankerên petrolê de herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest da, ji bo kesên winda jî karên lêgerînê dewam dike.

Li peravên Îmaratê keştiyeke konteynirê bû hedefa "fîşekeke nediyar" û şewateke biçûk li keştiyê rû da.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî diyar kir ku droneyek nêzî herêma nûnertiyên dîplomatîk ên li Riyadê bû hate xistin. Li Kûweytê jî sîstemên parastina hewayî gelek drone bê bandor kirin.

Li Bahreynê jî êrişek ku hate îdîakirin ji aliyê Îranê ve hatiye kirin, li hemberî depoyên petrolê hate kirin.

BUHAYÊ PETROLÊ CAREKE DIN DI SER 100 DOLARÎ RE YE

Bandora şerê li Rojhilata Navîn a li ser bazara enerjiyê ya navneteweyî mezin dibe. Buhayê warîla petrola Brent ku weke referans ji bo bazara petrolê ya cîhanê tê qebûlkirin careke din derket ser 100 dolarî.

LI ENIYA LUBNANÊ HEJMARA QURBANIYAN ZÊDE DIBE

Li Lubnanê jî êrişên Îsraîlê yên li ser hedefên Hîzbûllahê dewam dikin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Lubnanê NNA, Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di êrişa Îsraîlê ya li ser herêma Ramlet El Bayda de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 31 kes jî birîndar bûn.